DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya cejna Ekîto

Partiya Yekîtiya Demokratîk pîrozbahiyên gerim ji gelê Siryanî, Aşûrî û Keldanî re pêşkêş dike, bi boneya hatina Sersala Aûşrî Babilî” Ekîto” ya dikeve 1’ê meha Nîsanê sala 6771, Ku yek ji derbirînên herî berbiçav ê nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Suryanî ya Aşûrî tê hesibandin.

Vê boneyê li hemû gelên me yên li bakur û rojhilatê Sûriya û hemû gelê Suriyanî ya Aşûrî li cîhanê pîroz dikin û yê ku bi sedê salan êş ji qirkirinan kişand û li hemberî hemû rêbzên qirkirina çandî û fîzîkî hat.

Her wiha hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriya di şoreşa Rojava de tevlî hev bûn, pêkhateyên Suriyanî Aşûrî tevlî vê şoreşê bûn û fedekarî pêşkêş kirin û bûn alîkar di avakirina projeya Demokratîk bi nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk û di amadekirina lihevkirinên wê yên civakî ji bo parastina azadî û nasnameya wê ya çandî, û hêzvî dike li gel pêkhateyên din ku pêşerojek bi ewle, azad demokratîk ji hemû ji bo hemû Sûriya xêz bike.

Bi vê boneyê em di Partiya Yekîtiya Demokrat destnîşan dikin li ser ku projeya Rêveberiya Xweser ya Dmeokratîk ew projeya tekane ye, ku ji hemû gelê Sûrî azadî, ewlehî û edaletê pêk tîne, û ji vê helwestê em tekez dikin ku em ê bi hemû hewildanên xwe kar bikin ji bo bidsxistina hêviyên hemû gelên me bi hemû pêkhateyên wê ber bi Sûriyeyk Demokratîk ne navendî.

Dîsa jî em hemû gelên xwe yên Suriyanî û Aşûrî pîroz dikin bi cejan Ekîto û em hêvî dikin ku pêvajoya bê pêvajoyeke aştî û welehî be ji tevahiya gelê Sûrî.

Ekîto Birêxo

Meclia Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-3-31 

Back to top button