ÇalakîManşêt

Rojbûna rêbertî rojbûna mirovahiyê ye

Bi kordînasyona Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civînek duh di dîroka 2021-3-29 li dar xistin li gundê (Bîr Hebeş) ya girêdayî navçeya Girê Spî, bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyan  bi boneya nêzîkatiya rojbûna rêber Ocelan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpêkir, piştre hinek gotin hatin kirin: “bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Mehmûd Elî axivî û bi nave Kongreya Star Cîhan Wîso”.

Piştî gotinan Cîhan Wîso daxuyaniyek xwend, tê de li ser jiyan û rojbûna rêbertî hat behs kirin, her wiha tê de tekez kir ku rojbûna rêbertî rojbûna mirovahiyê ye.

Daxuyaniyê behsa berxwedana rêber Ocelan di girtîgeha Îmraliyê de kir, û jiyana wî ya ku kir xizmeta azadî û rûmeta gelê xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de tekez kirin ku divê weke gel em berxwebidin heta azadîkirina rêber Abdullah Ocelan ji girtîgehên faşîzma Tirkiyeyê.

 

Back to top button