ManşêtNûçe

Enwer Muslim: Xebata ji bo rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî yekemîn karê partiya me ye  

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Enwer Muslim destnîşan kir ku vîna gelê Efrînê, Serê Kaniyê Girê Spî ji hemû dagirkeriyê bi hêztir e, û yekemîn karê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD xebata li ser hemû astan ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên ku dewleta Tirk a faşîst û komên girêdayî wê dagirkirin e.

Axaftina Enwer Muslim di dema serdana şandeke ji herêma Efrînê ya dagirkirî li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk li Qamişlo hat.

Şandek ji herêma Efrênê, duh 22’ê Çileyê serdana navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk li Qamişlo kir. Şande ji “Remzî Şêx Mûsa” ji Partiya demokratîk a Kurdî a Sûrî, “Ebd el-Hemîd Mustefa” hevserokê Tevgera Demokratîk li Helebî û “Esed Henan” endamê Meclisa Giştî di Partiya Yekîtiya Demokratîk pêk hat.

Di pêşwaziya wan de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk “Enwer Muslim”, berdevka meclisa jin di partiyê de “Narvîn Xebat”, endama meclisa jin “Rozelîn Bekir”, hevseroka têkiliyan di partiyê de “Rohat Mela Xelîl” û Qehreman Mamed hevserokê nivîsgeha ragihandin û lîkolînê.

Di serdanê de, li ser gelek mijarên girêdayî rewşa li Efrîna dagirkirî, tevgera koçberkirina komî û guhertina demografîk a ku li ser xaka wê ji destpêka dagirkeriyê çedibe hate gotûbêjkirin, her wiha pêdengiya navneteweyî li hemberî hemû pêkanîn û binpêkirinên ku di çar salên dagirkirina Efrînê de li dijî şêniyên Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirkiyê.

Di berdewama axaftina xwe de, Enwer Muslim hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk destnîşan kir “Em di Yekîtiya Demokratîk tekez dikin ku rizgarkirina Efrînê yekemîn karê Partiya Yekîtiya Demokratîk e, piştrast kir li ser piştgiriya gelê Efrînê ta rizgarkirina wê ji dagirkeriyê û vegera hemû gelê wê li ser xaka wan a resen.”

    

Back to top button