ManşêtNûçe

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Piştgirya me ya bi hevkarên me re dewam dike

Li ser vê êrişa şaneyên DAIŞ’ê, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da. Wezaretê êriş şermezar kir û got:
“Tevî hemû hewildanên lawazkirina êrişên şaneyên DAIŞ’ê, heta niha hewildanên têkbirina ewlehiya herêmê diddomînin.”
Wezarertê li ser giriniya wergirtina van çeteyan ji aliyê welatên wan ve, tekez kir.

Li gorî malpera “Ronahî TV”Daxuyanî ji aliyê Ned Price berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, ve hat dayîn.

Price tekez kir ku Amerîka piştgirtiya bi hevkarên xwe yên li herêmê re li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomîne.

Her wiha destxweşî li QSD’ê kir ku bilez bersiv da û bi berdewamî pabendî şerê li dijî DAIŞ’ê ne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê: DAIŞ hewildana têkbirina ewlehiya herêmê didomîne

Di daxuyaniyê de hat gotin “Tevî ku koalisyonê bi awayekî xurt hêza DAIŞ’ê ya êrişan lawaz kiriye jî lê belê hewildanên xwe yên têkbirina ewlehiya herêmê didomînin.”

Price dibêje “ev êriş giringiya destekdayîna insyatîfên koalisyonê derdixe holê, ku karibin sîstema girtina van DAIŞ’iyan baştir bikin û ewlehiya girtîgehan bi hêz bikin.

Her wiha ev êriş pêwîstî û giringiya wergirtin û dadgehkirina wan ji aliyê welatên wan ve tekez dike.

Back to top button