ManşêtNûçe

Bûldan: Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di Civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tunidya Li Ser Jinê, li hemû maseyên rûniştinê dowîzên “Jin jiyan Azadî”, “Peymana Stenbolê Dide Jiyîn” û “Em li dijî tundiya dewlet-zilam li her qadê di têkoşînê de ne” hatin bicihkirin. Jinên ku tevlî civîna komê bûn, rûpoşên xemrî yên “Em têdikoşin” li ser nivîsandibûn dan ber rêyê xwe.

Berî axaftina Bûldan, sînevîsyona balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana jinan hat temaşekirin.

Bûldan, hemû jinên têkoşer û berxwedan silav kirin û wiha axivî: “Xwişkên Mîrabal, tundî û komkujiyên dîktatoriya zilam li ber dîrokê teşhîr kirin. Li dijî zilmê û kedxwariyê serî rakirin. Bi têkoşîna xwe dîktatorek têk birin û ev jî nîşanî tevahiya jinên cîhanê û mirovahiyê dan. Ez îro ji vê derê Xwişkên Mîrabal û jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û heskirin bibîr tînim. Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me qezen bikin.”

Bûldan, bal kişan ser polîtîkayên AKP’ê yên 18 salan ên l idijî jinan û ev nirxandin kir: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de, komkujî, tundî, sûc û kedxwariya li dijî jinan zêde bûn. Di vê 25’ê Mijdarê de jî, karneya mafê jinan a li Tirkiyeyê, ji tabloyek reş xirabtire. Di sala 2013’an de 237 jin hatin qetilkirin û di sala 2019’an de 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de jî 453 jin bi tundiya zilam hatin qetilkirin.

Bûldan, axaftina xwe wiha dewam kir: “Her roj ji bi awayên cuda tên qetilkirin û em şahidiya vê yekê dikin. Ji Nadîra Kadîrova bigirin heya Pinar Gultekîn, Gulîstan Dokû û Îpek Er, Ji ber ku naxwazin jinan biparêzin û ewlekariya wan bigirin. Jinan di encama têkoşînek mezin de, Peymana Stenbolê bi dest xistyin. cih anîn, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku komkujiyên jina bi dawî bibin, divê dest bi bernameyeke çalakiyan a lezgîn bê kirin.”

Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên ne cezakirina bersûcên jinan û ev peyam da: “Daraz bi polîtîkayên cezanekirinê, piştgiriyê dide zilamên sûcdar. Faîlên jinan ên hêzên eskerî yên li bajarên Kurdan ên li dijî jinên kurd sûc kirine tên parastine. Em baş dizanîn ku tundî, tacîz, tecawîz û qetilkirinên li dijî jinan perçeyeke polîtîkayên şerê taybete. Ji ber vê faîlê Îpek Er, çawîşê pispor Mûsa Orhan hat berdan. Dîsa sedama parastina Zaynal Abarakov ê bûye sedama windabûna Gulîstan Dokû çiye me baş dizanin. Em ji vê derê cardin bang dikin, dest ji parastina faîl û bersûcên jinan ên xwe li pişt cilên permî vedişerên berdin. Divê cezayên pêwîst li van êrîşkaran bên birîn. Heya ku bersûcên jinan bên cezakirin emê têkoşîna xwe her tim dewam bikin.”

ANF

Back to top button