ManşêtNûçe

Middle East Eye: Domandina bikaranîna çeteyên Sûriyê ji hêla dewleta Tirk

Ji sala 2019`an ve dewleta Tirk û Rûsyayê bi hezeran ciwanên ji Sûriyê kirin çete da ku tev li şerê li herêmê bikin. Ji wê demê de, çeteyên ji Sûriyê tev li şerên li Lîbya û Qerebaxê jî dikin.

Navenda Sûriyê ya Edalet û Lêpirsînê (SJAC) roja pêncşemê bi hevkariya ‘Gelê Sûriyê ji bo Rastî û Edaletê (STJ) lêkolîneke nû weşand û tê de behsa şêwazên cuda yên bikaranîna çeteyên Sûriyê kir ên mîna diziya malbatan, kêmbûna mûçeyan û nedayîna wan û leşkerkirina koçber û zarokan.

Di raporê de behsa têkiliyên şer û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê û şerê li derve tê kirin. Her wiha agahiyên di raporê de xwe dispêrin lêkolînên tiba edlî û hevdîtinên bi çeteyan re û agahiyên ji çavkaniyan.

Rapor ji 34 rûpelan pêk tê û tê de mikurhatinên çeteyên sûrî hene. Çeteyekî ji El-Cebhe El-Şamiye ji lêkolîneran re got: “Ji ber rewşên xirab, ne ji ber tu îdeolojiyekê, min li Qerebaxê şer kir. Zarokên min hene. Li Sûriyê El-Cebhe El-Şamiye her 50 rojan carekê, 400 lîreyên Tirkiyê didan min. Ji ber wê min biryar da ez biçim Azerbêcanê da ku jiyaneke birûmet ji bo xwe û malbata xwe peyda bikim.”

Çeteyekî din behsa şandina xwe ber bi Lîbyayê ve bi çeteyên Firqet Sultan Murad re ya girêdayî çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê re dike û çawa rêveberên çeteyan mûçeyên wan desteser kirine.

Çete wiha axivî: “Em 3 mehan çûn bêyî ku em tu pereyan bistînin. Piştî ku me 300 dolar ji wan xwest, 100 dolar dane me û yên din ji xwe re hiştin.”

Di raporê de behsa leşkerkirina zarokan yê kirin. Lêkolîneran hevdîtin bi malbata çeteyê bi navê A. Osman re çêkir ku ew jî di Gulana 2020`an de li Lîbyayê hate kuştin û temenê wî 19 bû.

Li gorî lêkolîneran, lêkolîna wan di çarçoveya du diyardeyan de ye:

1- Belavbûna diyardeya çetetiyê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de wek şêwazekî da ku xwe ji lêçûna zêde ya destwerdana leşkerî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi rêya bikaranîna çeteyan, dûr bixe.

2- Zehmetiyên mirovî li hemû aliyên Sûriyê ku hişt çetetî bibe yek ji vebijêrkên yekane da ku debara ciwanên Sûriyê pê pêk were.

ANHA

Back to top button