ManşêtNûçe

Bi hejmaran.. Tirkiye welatê herî zêde ye ku mafên rojnamevanên jin binpê dike

Li gorî raporeke Rêxistina Navneteweyî ya Piştgiriya Rojnamevanên Jin, li Tirkiyê 114 rojnamevanên jin rastî destdirêjî û gefan hatine û 348 jinên rojnamevan rastî bûyerên tundiyê hatine û gef li wan hatiye xwarin. Bi vê yekê Tirkiye cihê xwe di serê lîsteya welatên ku di çaryeka îsal de herî zêde zordarî, gef û destdirêjî li rojnamevanên jin kirine de, cihê xwe digire.

Rêxistinê destnîşan kir ku wê demê di dezgehên çapemeniyê de hejmara dozên li dijî jinan li gorî çaryeka yekem a sala borî, bi rêjeya ji sedî 284.8 bilind bû û got ji destpêka îsal (2021) ve dewleta Tirk di êriş û gefên li dijî rojnamevanên jin de welatê yekem bû.

Di raporê de hate diyarkirin ku nêzî 50 rojnamevanên jin bi tawanbariyên bê bingeh di dadgehan de hatine darizandin, her wiha 20 rojnamevanên jin di navendên nûçeyan de rastî zordariyê hatine, 15 rojnamevan di dema şopandin nûçeyan de ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hatine, 14 rojnamevan hatine binçavkirin, cezayê girtîgehê li ser 3 rojnamevanan hatiye birîn, 3 rojnamevan hatin hatine qewitandin, gef li rojnamevanekê hatiye xwarin û rojanamevanek rastî xîtaba nîjadperestî hatiye.

Di dawiya rapora rêxistinê de hate destnîşankirin ku atmosfera zordariya siyasî ku li Tirkiyê zêde dibe, rojnamevanan dike armanc û hate diyarkirin ku nûçeyên dezgehên çapemeniyê yên alîgirên hikumetê bi fermanên Recep Tayyîp Erdogan belav dikin, azadiya nêrînê binpê dikin.

Li gorî raporê, rojnamevanên ku di derxistina rastiyan de bi îsrar in ji bo berdewamkriina xebatê xwe têdikoşin.

ANHA

Back to top button