ManşêtNûçe

Emerîka…Tirkiyê hişyar kir…êrişî Efrîn nekin

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê Heather Nauert ragihand ku ew ji Tirkiyê daxwaz dikin ku êrîşî Efrînê neke û bala hemû aliyan bila li ser şerê li dijî DAIŞ‘ê be.

Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa helwesta Amerîkayê ya derbarê niyeta Tirkiyê y dagirkirina Efrînê, diyar kir ku ew  ji Tirkiyê daxwaz dikin ku karekî bi vî rengî pêk neyne.

Berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê destnîşan kir ku Emerîka ji hemû aliyan daxwaz dike ku bala wan li ser têkbirina DAIŞ‘ê be.

Çend roj in Artêşa Tirkiyê hinek deverên Kobanê û Efrînê topbaran dike û bi awayekî berdewam hêz dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

 

Back to top button