ÇalakîCiwanManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

‘Em bi berxwedana Avesta û Barînan pêş dikevin

Li bajarê Minbicê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li stada bajêr kom bûn û derbarê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Pêkhateyên Tirkmen gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Minbic û tevahî xaka Sûriyê şermezar dikin” hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama yekitiyê ku bi eslê xwe Tirkmen Xedîca Mihemed ve hat xwendin. Daxuyanî bi zimanê Tirkî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Em bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê, bi dirûşmeya ‘Li ber xwe bide, serî hilde û dagirkeriyê helweşîne,’ em ê çirûska destpêkê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û faşîstê Erdogan û çeteyên wî vêxîn in. Jina azad dê guleya destpêkê li dijî kesên ku dixwazin careke din astengiyan ji bo jinan derxin biteqîn e. Da ku wekheviya civak û hemû pêkhateyan bi dest bixe.

‘Em ê di xetên pêşî de ber xwe bidin’

Ne gefên te û ne jî sozên te tu carî li pêşiya îrade û berxwedana me nabin asteng. Em civakeke azad û demokratîk in. Mafê jinan hatine bidestxistin. Em ê di xetên pêşîn ên berxwedanê de cihê xwe bigrin. Em ji berxwedana şehîd Barîn Kobanê û şehîd Avesta Xabût hêz digrin.

Emê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Ji ber ku rêya wan, rêya ber bi azadiyê ve ye.

Daxuyanî bi druşmên “Bijî Berxwedanan Serdemê” û “Ji faşîstê Erdogan re mirin” dawî bû.”

ANHA

Back to top button