ManşêtNûçe

El-Şerîf: Têkiliyên Ereb û Kurdan kevin û dîrokî ne

Lêkolînerê siyasî û serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînê ya Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf got têkiliyên Ereb û Kurdan kevin û dîrokî ne. Ereb û Kurd her tim bi hev re ketine yek xendekê û bi gelên li herêmên Iraq, Şam, welatên Faris û Anatoliya re bûne beşek girîng ji dîroka herêmê.

Mihemed Fethî El-Şerîf tekez kir ku di dîrokê de jî dijminahiyek di navbera van gelan de nehatiye dîtin, lê belê her tim jiyana hevbeş di navbera wan de hebûye. Lê belê bi demê re “xewnên dewleta Tirk û Îranê” yên berfirehkirina erdnîgariya xwe derketin holê.

El-Şerîf got rewşa heyî îtîfaqeke nû di navbera Ereb û Kurdan de ferz dike, bi taybet ku projeyên Tehran û Enqere yên berfirehkirinê, her du gelan dike armanc û cudahiyê naxin navbera yên ku bi Erebî diaxivin an jî bi Kurdî diaxivin.

El-Şerîf bal kişand ser yekbûna çarnûsa Kurd û Ereban û wiha domand:”Eger em li Kurdan binêrin çi li Iraq, çi li Sûriyê û çi jî li Îranê, em ê bibînin ku ew jî wekî Erebên li sînorê Îranê (Ehwaz) yan jî li Mûsilê ya Iraqê û bajarên din ên ku sînorên xwe bi Tirkiyê re ne, rû bi rû heman çarenûsê ne.

Mihemed Fethî El-Şerîf diyar kir ku Tevgera Rizgariya Erebî her tim bi tevgera Kurd re hevalbendî kiriye û Kurd jî bûne beşek ji berxwedana navneteweyî ya li hember emperyalîzmê û di gelek êrişan de bûne beşek ji bersiva dagirkeriya Israîlê.

Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînê ya Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo yekbûna çarenûs û dijminê gelên Kurd û Ereb, pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên her du gelan heye û divê rewşenbîrên Ereb û Kurd û çapemeniya Erebî û Kurdî vê rolê bilîzin.

ANHA

Back to top button