ManşêtNûçe

TJA bang li CPT’ê kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne

TJA, derbarê tecrîda li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeyên hevdîtinan de daxuyaniyek da û bang li CPT’ê kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a 6 mehan ku di 12’yê cotmehê de dabûn Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin û qedexeya hevdîtina bi malbatan re ya 3 mehan a di 18 ‘ê tebaxê de hatiye dayîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA’yê bi bîr xist ku Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû û wiha got: “Birêz Ocalan cara ewil di 27’ê gulana 2020’an de ji mafê xwe yê telefonê sûd girtibû. Dîsa herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û telefona wî di nîvî de hatibû birîn. Ji wê rojê ve hemû serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin.”

TJA’yê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin di serî de kurd bandorê li hemû civakê dike û wiha berdewam kir: “Em baş dizanin ku faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ev helwesta keyfî weke navgîneke sîstematîk a îşkenceyê li ser Birêz Ocalan pêk tîne, dixwaze bi kurkirina tecrîdê têkoşîna azadiya jina kurd bifetisîne. Bi tecrîdê re bêhiqûqî her ku diçe kûrtir dibe.”

TJA’yê herî dawî bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne û wiha got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê, berxwedana li dijî faşîzmê ye. Rêya têkoşîna li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê bifetisînin û xeta azadiya jinê bişkînin di şikandina tecrîdê re derbas dibe. Wê tecrîd winda bike, jin serbikevin. Têkoşîna azadiya jinê wê bi ser kevin.”

Back to top button