ÇalakîManşêt

PYD’ê şehîd Şîlan û rêhevalên wê li herêma Firatê bi bîr anî

Duh 29’ê Mijdarê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 17’emîn salvegera şehadeta rêheval Şîlan û rêhevalên wê, civînek berfireh li navenda Baqî Xido ya Çand û Huner li herêma Firatê, li dar xist

Di civînê de,bal hat kişandin li ser şehadeta rêheval Şêlan û çar rêhevalên wê ku di 29-11-2004’an de dema ku ji Mûsilê ber bi Rojava ve diçûn, bi komployeke hovane îstîxbarata welatên herêmî bi alîkariya xayinan beşdarî vê komployê bû, hate şehîdkirin.

Hevalan li ser qonaxa ku ev têkoşeran tê de hatin hedefgirtin dest nîşan kirin, her wiha behsa jiyana têkoşîna wan kirin.

Civînê tekez kir ku serkeftinên ku hatine bidestxistin bi saya fedekariya van şehîdan e.

Di dawiyê de, soza şopandina rêya şehîdên me heta ku hêviyên wan ên avakirina civakeke exlaqî û siyasî bi cih werin dan.

Back to top button