Li başûrê Kurdistanê Desteya Dijî Qetilkirin û Dagirkeriyê ku ji 15 partî û rêxistinan pêk tê, li dijî qetilkirinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê pêk tên çalakiyek li bajrê Silêmaniyê li dar xist.
Bi dehan nûnerên partî û rêxistinan û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê Rojnameger û Aktîvîst Hêmin Mamend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Bi saya sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê de, zarokên bi şeref û azadîxwazên gelê me rojane rastî gef û teror û tinekirinê tên. Ev jî li ser destê îstixbareta dagirkerên Kurdistanê pêk tê ku roja ronak azadîxwazên parçeyên din qetil dikin.
Niha rewş gihîşte rewşek metirsîdar. Bêyî tirsekê azadîxwaz û şoreşgerên gelê me qetil dikin û eger rê li pêşiyê neyê girtin, wê destê terorê bigihî hemû zarokên azadîxwazên Kurdistanê.
Dagirkeriyên Kurdistanê bi taybet Tirkiye û Îran dixwazin bi riya vê pêngava terorê re bi taybet dengê azadxwaz ên neteweyî yên gelê me bêdeng bikin. Ji bo ku zemînê dagirkeriyê û komkujiyê li ser Herêma Kurdistanê xweş bike. Bêhelwestiya rêveberiya Herêma Kurdistanê vê heqîqê piştrast dike ku ew jî li ser berdewamkirina vê pêngava terorê ji bo berjewendiyên hizbî û malbatî hemaheng in.“
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang tê kirin: “Divê gelê azadîxwaz ê Kurd bi hemû hêza xwe li hemberî vê plana qirêj a dijmin rabe ser piyan. Rê neyê dayîn wiha bi hêsanî azadîxwaz û şoreşgerên gelê me werin qetilirin û komkuj bikin.”