ManşêtNûçe

​​​​​​​Evîn Cuma: Dewleta Tirk peymana parastina penaberan a NY bin pê dike

Endama rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku nêzîkatiyên dewleta Tirk a qirker ji penaberan re ne li gorî zagonên navneteweyî ne û wiha got: “Destpêkê hejmareke mezin ji penaberan li cem xwe bi cih kir. Ji bo ji milê aborî sûdê ji wan bigire dewleta Tirk ew penaber bi kar anîn. Di demekê de dewleta Tirk sînorê xwe li ber welatiyên sûrî vekir, bi milyonan kes derbas kirin, niha jî siyasta xwe guhertiye û çi kesê nêzî sînor dibe wan hedef digire, direvîne, îşkence û qetil dike. Bi dehan bûyer hatine belgekirin.”

Evîn Cuma da xuyakirin ku di hundirê Tirkiyê de hejmareke ji penaberan hene; di kamp, gund û bajaran de dimînin û wiha domand: “Rojane em bi rêya ragihandinê dibhîzin çiqasî zirar li wan penaberên sûrî tê kirin. Ji milekî ve bi temenê biçûk zarokan bi kar tînin, pereyên wan ên ku ji karê xwe girtine radestî wan nakin, wan dikin leşker, hetanî bi lêdanê dixwin û tên qetilkirin. Li ser van bûyeran jî tu kes deng dernaxe.

Evîn Cuma wiha pê de çû: “Dewletên NY’yê ji bo misogerkirina mafên mirovan peyman imze kirine, ji nav wan jî belge û peymana parastina penaberan hene, çi kesê penaber bibe, divê mafên wan bên parastin.”

Der barê rewşa hiqûqî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, Evîn Cuma da zanîn ku li gor raporên ku ji aliyê NY`yê ve tên belavkirin, asta mafên mirovan li Tirkiyê gelekî paş ketiye. Her wiha welatî û penaberên li Bakurê Sûriyê û Tirkiyê di îşkence, revandin û girtinê re derbas dibin.

Komisyona Yekitiya Ewropayê jî di rapora Tirkiyê ya sala 2021`an de ragihandibû ku warê demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyê paş ketiye, di raporê de rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji milê siyasî, rojnamevantî û civakî ve hatibû nirxandin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Evîn Cuma bal kişand ser azarên siyasetmedar, rojnamevan û gelan li Bakur û Tirkiyê û got: ”Gelek welatî tên binçavkirin, bi salan jî temenê xwe di zindanan de diqedînin. Penaberên sûrî qaşo divê weke penaber bên hesabkirin, wan bi darê zorê derbasî Tirkiyê dikin û di dadgehên xwe de didin darizandin heta carnan dighêje cezayê muebed.”

Evîn Cuma got, mirov dikare bibêje Tirkiyê bûye girtîgeheke mezin û bi sed hezaran mirov tê de dimînin, ji siyasetmedar, xwedî fikr û raman, rojnamevan û parzvanên welat hene. Hejmareke mezin ji wan jî sûrî ne.

Di dawiya axaftina xwe de endama rêveber a Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma bang li hemû dewlet, komele û rêxistinên ku xwe bi demokrasî û daxwaza mafê mirovan binav dikin kir û got: “Divê li ser rewşa mirovan li Tirkiyê bê sekinandin, ji ber bi rêjeyeke bilind zirarê li mirovan dike.  Divê aliyên peywendîdar li gorî rewşê tev bigerin. Ji ber dadgehên wan jî girêdayî siyaseta hikumetê ne, cihekî ku mirov berê xwe bide jî tune ye.”

Back to top button