ManşêtNûçe

Dewleta Tirk bi fermî ji Peymana Stembolê derket

Dewleta Tirk îro bi awayekî fermî ji peymana navdewletî ya li dijî tundiya li ser jinan ku bi navê “Peymana Stenbolê” tê naskirin, derket.

Serokkomarê Tikriyê Erdogan di meha adarê de ragîhandibû ku ew ê ji peymanê vekişin.

Li gorî ajansa Ruters, vekişîn îro bi awayekî fermî pêk hat.

Biryara vekişînê, li Tirkiyê rastî ne razîbûneke mezin hat, di hemandemê hin hevkariyên Tirkiyê yên Ewropî jî ji vê biryarê ne razî ne.

Seroka Yekîtiya Komeleyên Jinan ên Tirkiyê Canan Gullu li dijî biryarê derket û diyar kir ku “ew ê tekoşîna xwe bidomînin.”

Li aliylê din tê payîn ku li seranserî Tirkiyê xwepêşandan li dijî biryarê destpê bikin.

DYA û YE jî demildest biryara Tirkiyê ya vekişînê şermezar kirin.

Peymana Istembolê di sala 2011`an de bi armanca kêmkirina tundiya li dijî jinan hate imzekirin.

Hêjaya bibîrxistinê ku di 5 salên derbasbûyî de rêjeya kuştina jinan li Tirkiyê gelekî zêde bûye.

Ronahi TV

Back to top button