ManşêtNûçe

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 welatî revandin û 445 darên zeytûnan birîn

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka Nîsanê de 4 welatî li bajarê Efrînê revandine.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: Mehmûd Sebrî Ebdalo ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye, her du bira Fîras Nûrî Hoba û Cewad Nûrî Hoba ji Efrînê ne, Rênas Reşîd Mihemed ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ye.

445 DARÊN ZEYTÛNAN BIRÎN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê jî 445 darên zeytûnan birîn. Darên hatine birîn, ên van welatiyan in: 135 dar ên Mistefa Reşîd Reşo, 150 dar ên Dawud Kabo ne, 90 dar ên Şêx Reşîd Kedro ne, 40 dar ên Xelîl Kedro û 30 dar ên Xelîl Reşîd û malbata Lîlo ne.

ANHA

Back to top button