ManşêtNûçe

Dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomîne

Bi armanca mayindekirina planên mêtîngeriyê û guhertina demografiya herêmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de siyasetên xwe yên qirêj li dijî şêniyên Efrînê didomîne.

Li gorî ajansa ANHA’yê di kêmtirî 2 hefteyan de li gorî çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 10 welatî revandin di nav de 4 kesên temenmezin hene û 70 darên zeytûnê qut kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dewriyeyeke girêdayî ”Polîsên Leşkerî” ya dewleta Tirk a dagirker di 11`ê Gulanê de, bi ser taxa Eşrefiye ya Efrînê de girt û ciwanê bi navê Mihemed Izet (30) revand.

Her wiha got, çeteyan bi tawanên ne rast Mihemed Izet li pêşiya mala wî ya li taxê revand. Ruxmî ku kurê yekane yê malbatê ye û di bazirganiyê de kar dike.

Li gorî çavkaniya ji navçeya Mabetayê, di 15`ê Gulanê de çeteyên Cebha El-Şamiye kalemêrê bi navê Mihemed Menan Mistefa (70) revand.

Di heman rojê de çeteyên ”Polîsên Leşkerî” 2 welatî ji şêniyên gundê Dargirê yê Mabetayê ku navên wan Sebrî Mistefa Şaşo (60) û Ebdo Bekir (55) revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Di 16`ê Gulanê de, li gorî çavkaniyan dewriyeyeke hevbeş a çeteyên ”Polîsa Sivîl” û ”Siqûr El-Şemal” welatiyê bi navê Ferîd Arif Kûsa li gundê Gemrûk revand.

Di 17`ê Gulanê de li gorî çavkaniyan çeteyan welatiyê bi navê Hisên Ebûd Qîcê (36) li gundê Gurzêlê yê Şêrawayê revand.

Di 18`ê Gulanê de li gorî çavkaniyekî din, çeteyên ”Ehrar El-Şerqiye” 2 welatî ji gundê Sêwiya yê Mabetayê yên bi navên Reşîd Xelîl Menan û Arif Elî Eşref revandin.

Çavkaniyekî din ji Şêrawayê agahî da ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mistefa Cemo Kalo (61) yê ji gundê Gurzêlê revand.

Di heman rojê de çeteyên ”Feyleqe El-Mecid” welatiyek bi navê Remzî Bekir (70) yê ji gundê Meydana yê navçeya Racoyê revand.

70 DAR HATIN QUTKIRIN

Li gorî çavkaniyan, çeteyê dewleta Tirk a dagirker ên ji bajarokê Heyan ê Helebê Mihemed Serac Elî 70 darên zeytûnê qut kirin da ku bike êzing.

Heman çavkaniyan diyar kir ku darên zeytûnan yên hatine qutkirin, ên şêniyê bi navê Ehmed Meho (Mehkûr) ê ji navçeya Bilbilê ye.

Back to top button