ManşêtNûçe

Lijneya Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê li ser xeteriya dewleta Tirk hişyarî da

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Cewad Elbolanî li ser dagirkeriya Tirk û êrişên hewayî yên li Başûr diyar kir wê lijneya wan di çend rojên pêş de li ser vê mijarê kom bibe û ewê li beramber binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nebin.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Cewad Elbolanî li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî êrişên hewayî yên dijî Axceler û Mexmûrê ji Rojnewsê re axivî. Elbolanî êrişên Tirkiye weke binpêkirina serweriya xaka Iraqê binav kir û got: “Ji ber Tirkiye welatiyên sivîl bombebaran dike û di operasyonên leşkerî de berdewam e, ev yek dikeve çarçoveya binpêkirina serweriya xaka Iraqê.”

Elbolanî diyar kir, wê Lijneya wan li beramber bomberanên dewleta Tirk bêdeng nemîne û got: “Em ê weke Lijneya Asayîş û Parastinê, çend rojên pêş li ser dosyaya operasyonên Tirkiyê kom bibin.”

Cewad Elbolanî dazanîn bahaneyên dewleta Tirk ên ji bo êrişan dide pêş, lawaz in û wiha axivî: “Ev yek çareseriyê ji bo kontrolkirina rewşê nayêne. Ji ber ev dibe sedem ku rewşa ewlekariyê ya welat têk biçe û herkes rûberûyê metirsî û gefên zêdetir werin.”

Li ser hewleta Iraqê ya li beramber binpêkirinên dewleta Tirk jî Elbolanî wiha got: “Girîng e ku hewldanên zêdetir li beramber hewldanên Tirkiyê yên xwe belavkirinê bidin ku werçerxaneke metirsîdar wê bixwe re bîne. Ji bo vêya jî divê Iraq însiyatîf bikarbîne û li ser mijarê bi aliyên cûda re hevdîtinan bike.”

Back to top button