JinManşêtNûçePYD

Jinên PYD’ê li kantona Reqayê beşdarî şahiya ji bo şehîdan bû

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê tevî bi sedan jin û dayîkên şehîdan û endamên partiyên siyasî û rêxistinên jinan li herêma Reqayê, beşdarî şahiya hefteya çaremîn ji bo şehîdan ku ji aliyê Meclîsa Jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê ve hatibû organîzekirin di bin dirûşma “Ferdekariya şehîdên me sembola berxwedan û rizgariyê ye” li salona Navenda Çandê ya bajarê Reqayê.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo şehîdên azadiyê, çend gotin hatin kirin bi navê Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan.

Di gotina Meclisa Malbatên Şehîda de wiha hat: di vê rojê de û di vê xaka pîroz de ku bi xwîna şehîdan hat avdan, em lehengiya wan bibîr tînin ji ber fedekariya ku pêk anîn ji bo parastina destkeftiyên dîrokî yên bakur û rojhilatê Sûriya.

Di gotinê de hat îşaret kirin ku li dar xistina vê şahiyê û hebûna me di vî cihî de bi hev re weke jinên Sûriya li ser rêgezên bingehîn ev nîşan dide li ser yekîtiya jinên bakur û rojhilatê Sûriya û li ser hişmendî û rêxistina ku em gihaştinê di vê qonaxa dîrokî û çarenûsî.

Di dawî de îşaret kir li ser parastina şopa şehîdan ku ew berpirsyariya hemûyan e û got: li ser vî esasî û li pêşiya meznahiya ruhê şehîdan di serî de şehîdên azadiyê, em sûza xwe nû dikin ku hemû hewildanên xwe bikin û tevahiya berpirsyariyên ketin ser milê pêk bînin, em yek deng bin jib o tevahiya jinên Sûriya ji bo avakirina Sûriya Demokratîk pirrengî ne navendî.

Back to top button