ManşêtNûçe

Desteya Wezîran a Konseya Ewropa ji bo dosya rêber Apo civiya

Civîna Desteya Wezîran a Konseya Ewropa ku duh destpê kir wê 3 roj dirêj bike û dosyaya derbarê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din jî were dîtin. Ji bo Konseya Ewropa biryareke erênî derbarê dosyayê de bide, wê Kurd û dostên wan îro li ber avahiya Konseya Ewropa û CPT’yê ya li Strasbourgê kom bibin.

Desteya Wezîran ya Konseya Ewropa 30’yê Mijdarê kom bû û gelek dosyayên ku divê bên nirxandin li ber destê desteyê heye. Yek ji wan dosyayên girîng jî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban ve Civan Boltan e. Li gorî agahiyan wê dosyaya wan îro bê nirxandin.

Ji bo biryareke adilane derbarê Rêber Ocalan û 3 girtiyên din de were dayîn, wê Kurd îro li ber navenda  Konseya Ewropa û CPT’yê ku li Strasbourgêye çalakiya nobetê bidin destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin wê çalakiya nobetê heya 17 rojan dewam bike û dostên Kurdan jî di çalakiyê de cih bigirin.

Konseya Ewropa wê biryara AHİM ya derbarê cezayê heta hetayî ya li Tirkiyeyê de ya bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kom bibe û piştî çend rojan encama wê ji raya giştî re eşkere bike.

Konsey li ser daxwaza hiqûqnas û saziyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijarê dixe rojeva xwe.

Back to top button