ManşêtNûçe

Partî û saziyên li bakurê Kurdistanê xwestin tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bibe

Li dijî tecrîda li Îmraliyê nerazîbûnên gel û partî û saziyên Kurd zêde dibin. Têkildarî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo partî û saziyên li bakurê Kurdistanê civîna çapemenîyê li dar xistin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.

Derket holê ku li dijî Rêber Apo Cezayê hevdîtîna bi malbat û parêzeran re hatîye dayîn.

Piştî ku ev rastî eşkere bû, bi sed hezaran kes li ser medya ya digital û bi daxuyanîyan helwest nîşanî vê yekê dan û bang li alîyên berpirs kirin ku demildest derîyên Îmralîyê vekin.

Têkildarî mijarê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD, Tevgera Jinên Azad-TJA, Partîya Demokratîk a Gelan-HDP û Partîya Herêmên Demokratîk-DBP li pêş avahîya DBP’ê ya Amedê civîna çapemenîyê li dar xistin.

Di civînê de despêkê hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û dîyar kir ku cezayê li Rêber Apo birîn, berdewamîya tecrîda 23 salan e ê got:

Salîha Aydenîz: Em ê li hember vê tecrîdê tekoşîna xwe bilindtir bikin

”Berê bi hincetên ecêb destûr nedidan ku parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Lê di demên dawî de bi cezayan tecrîda heyî giran dikin.

Ev tecrîd, tecrîda li ser hemû gelên Tirkîyê û hêzên muxalefetê ye.”

Aydenîz axaftina xwe wiha domand: ”Ev demeke dirêje ji bo hevdîtinê serlêdan tê kirin, lê heya vê gavê bi ti awayî bersiv nehatîye dayîn.

Ocalan mifteya çareserîya pirsgirêkên li Tirkîyê û heremê ye. Ev nêzîkatîyeke xetere û Tirkîyê ber bi kendalan ve dehf dide.

Di vê hemû hêzên muxalîf û demokratîk zanibin ku sedema hemû qeyranan polîtîkayên tecrîdê ye û pêwîste li gorî wê yekê tekoşînê bilind bikin.”

Piştî Aydenîz Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Bedran Ozturk jî axivî û dîyar kir ku hikûmeta Tirkîyê ya deshilatdar piştî tecrîdê biryara şer dan û wiha got:

Bedran Ozturk: Ji bo aştî û demokrasiyê divê tecrîd bê rakirin

”Hikûmeta Tirkîyê bi tecrîdê biryara şer ê qirêj da. Tecrîda di nav tecrîdê de pêş dikeve. Rakirina tecrîdê ji bo aştî, demokrasî û aramîya Tirkîyê pir girînge.

Ti kes nikare gelê Kurd û Ocalan ji hev qut bike. Divê Tirkîye Hiqûq û zagonên xwe pêk bîne.

Em bang li sazîyên berpirs jî dikin ku durist bin û dirûtîyê nekin û bi berpirsyartîyên xwe rabin.”

Ozturk di dawî de bal kişande ser girêdana gelê Kurd bi Ocalan re û got: ”Birêz Ocalan rihê gelê Kurd e. Beden bê rih nikare bijî.

Em careke din dibêjin birêz Ocalan xeta sor e. Tecrîd şaşîye û em dubare dibêjin vê şaşî û xeletîyê nekin.”

Back to top button