HevpeyvînManşêtNûçe

Dest bi dest li dijî dagirkeran bisekinin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên terorîst bi hincet û slogana ku dê şêniyan rizgar bikin, hejmarek herêmên Sûriyê dagir kirin. Lê bi dagirkirina wan herêman re dorpêçeke teng li şêniyan ferz kirin, siyaseta qirkirina çîn û pêkhateyên Sûriyê berovajî  îdiayên wê meşandin, di dema dawiyê de ku Erdoxan di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku wê êrîşî li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê bike, ji wê demê de li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê konê çalakiyên martalên zindî hatine vedan, di derbarê vî mijarî de em weke rojnameya PYD hevdîtin bi hin rûsipiyên ku tevlî konê mertallê zindî bibûn me kir.

Rûsipiyê mala Saroxan yê bi nav  Mûsa sîno ji dirbêsiyê di derbarê mijara gefên dewleta tirk li ser herêmên me wiha got:

Em ne dijminê tu kesî ne û em şerê tu kesî nakin lê ger şerek bi ser mede hat emê li ber xwe bidin, em nahêlin ku tu dagirker zarokan qetil bikin derbasî ser xaka me bibe herdem emê berxwedanê bikin.

Di berdewamiya axaftina xwede Sîno tekez kir  ku; çi hêz ku hewldanên xwe bike ku derbasî ser xaka me bibe em qebûl nakin û bi ser bilindayî li dijî wan bisekinin.

Di dawiya axaftina xwede Sîno got; pişta me bi hêz me yê QSD xurte û em tu carî baweriya xwe bi hêzên din nayînin û heta dawiyê emê destek bidin wan.

Di heman demê de rûsipiyê  bi navê Mihemed Reşad tekez kir ku; Em van gefên dewleta Tirk şermezar dikin, Erdogan ji destpêka şoreşa Sûriyê gefên tirkiyê nasekinin û ne çeteyên girêdayî wê yê ku Tirkiyê derbasî sûriyê kiriye, em ji roja yekê ve hemû pêkhate li dijî van çeteyan disekinin.

Xelîl di berdewamiya axaftina xwede wiha got: hinek ji gel dibêjin Amerîka çû lê me ne bi Amerîka dest bi şoreşa xwe kiriye em ê berxwedan xwe berdewam bikin û em ji dev xaka xwe û miletê xwe bernadin heta ku yek ji me hebe, bela Tirkiye û Erdogan baş bizanibin van gefan wê me netirsîne ev 8 sal em di vî agrî derbas dibin û em emadene 10 salên dijî di vî agrî derbas bibin heta ku em miletê xwe azad bikin û heta dawî berxwedanî.

Back to top button