Di vê roja dîrokî de, xwîna şehîdên pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê geş bû, di destpêka wê de îtîrafa Perlementoya Katalonyayê ku bi piraniya mezin bi Rêveberiyq Xwerser a bakur û rojhilatê Sûriya bû.
Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de dibînin ku ji erkê exlaqî û mirovî ye ku em spasiyên xwe yên herî zêde ji gel û Parlementoya Katalonyayê ya azad re bikin ji ber vê pêngava wêrek ku şerê Sûriyê û xetereya wê dixe ser rêya rast ber bi çareseriyê ve.
Her wiha em vê nêzîkatiya parlementoya Katalonyayê û xwendina wê ya rast ji projeya me re jî pir bilind dinirxînin, ku me her dem xwestiye ku ji dûr û dirêjî ve weke baştirîn modela çareseriya aloziya Sûriyê pêşkêşî bikin.
Spas, gelê Katalonyayê.
Spas, Parlamentoya Katalonyayê.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD
2021-10-21