ManşêtNûçe

TEV-DEM’ê bang li gelan kir: Helwesteke neteweyî nîşan bidin

TEV-DEM`ê têkildarî êrişa duh a bi balafirên bêmirov li dijî sivîlên li Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ev yek hate destnîşankirin: “Piştî dewleta Tirk a dagirker di hemû hewldanên xwe yê li herêmê de bi bin ket, ji ber ku siyaseteke şaş dide meşandin û çareseriyê nabîne, roj bi roj gefên li dijî îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Bi hilweşandina rewşên aborî, siyasî û civakî re Tirkiyê di kirîzekê re derbas dibe ku êdî li ser asta hundirîn û derve ve di dijwartirîn aloziyê de ye.

Lê hikumeta AKP`ê û MHP`ê ya faşîst berdêl çiqasî giran be jî dixwaze temenê xwe yê di desthilatê de dirêj bike, vê yekê jî li ser hesabên qirkirina gel, înkarkirina hebûna wan, pêkanîna komkujiyên din, bêrêzdayîn li hemberî mafên mirovan û reva ji peymanên ku têkildarî rêzgirtina îradeya gelan îmze kiriye, pêk tîne.

Kiryarên ku duh dewleta Tirk a dagirker a faşîst pêk anî, bersiva ranekirina wê ya ji pêşketina projeya sîstema demokratîk re bû ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk nûnertiya wê dike, her wiha bêtehemûliya wê ji bandora vê projeya ya li ser herêmê û cîhanê ye. Ji lew re bi balafirên bêmirov li bajarê Kobanê sûc pêk anî û sivîl hedef girt ku di encamê de du sivîl gihaştin asta şehadetê. Em van êrişên Tirkiyê yên domdar ên li dijî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî kiryarekî terorîst û hovane bi nav dikin ku tor û daîreyên şerên taybet ên Tirkiyê plan kirine. Her wiha her kesên ku bi wan re hevkar e û çekên nûjen dide wan, hevkarê sereke yê vê komkujiyê ye ku dixwaze vîn û navên me her wiha ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Em wekî TEV-DEM`ê û bi dubarebûna van sûcên hovane yên li dijî îradeya gelê xwe yê Kobanê, hikumeta Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsyar dibînin, ku nikarin sînorekî ji terora Tirkiyê re deyne. Her wiha em ji hemû pêkhateyên herêmê re piştrast dikin ku gefên Tirkiyê ne tenê li dijî Kurdan ne, lê di serî de li dijî destkeftî û îradeya hemû pêkhateyên herêmê ye, ji lewma divê em li dijî hemû gefan xwedî helwestên neteweyî û birûmet bin.”

ANHA

Back to top button