ManşêtNûçe

Îtirafkirina Katalonya bi Rêveberiya Xweser nîşaneya dirustbûna projeya me ya demokratîk e

Daxuyanî ji raya giştî re

20`ê Cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlementoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazek ber bi pêkanîna yekitiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.

Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.”

ANHA

Back to top button