DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Dewleta Tirk a dagirker dijminatiya xwe ya ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomîne, di heman demê de ku civaka navdewletî û hêzên garantor ên navneteweyî pabendbûn ji bo rawestandina êrîşên tirkiyeyê û bêdengiyali hember dagirkeriyê ji sûc û binpêkirinên der heqê gelê bakurê Sûriyeyê.

Di her sê rojên dawî de balafirên bê mirov yên dagirkeriya Tirk sivîl hedef girtin di encamê de sivîlek şehîd ket û birîndar derketin, êrîşên herî dawî di 23 vê mehê de bû di encamê de karmendê rêxistina “Aktd” Ciwan Silêman Mihemed şehîd ket.

Êrîşên heyî û yên berê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya siyasetên qirkirinê tê ku dewleta tirk li dijî xak û gelê Sûriyeyê pêk tîne.

Tu hencetên wê yên qanûnî tune ye belê, ew êrîşek eşkere û bi mebest li dijî sivîl û binesaziyê ye û ew sûcên şer e li gorî peyman û qanûnên navneteweyî.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD van êrîşan û sûcên ku dagirkeriya Tirk der heqê gel û xaka me pêk tîne şermezar dikin, careke din tekez dikin li ser berpirsyartiya exlaqî û qanûnî ji bo pêşîlgirtina vê dagirkeriyê û dikeve li ser milê hêzên garnator Emerîka û Rûsiyayê di asta yekemîn de ji ber ku ew her du hêzên ku piştgiriya çareseriya Sûriyeyê dikin û ji karên wê ye bidestxistina aramî û ewlehiya Sûriyeyê. Her wiha em berpirsyartiya parastina jiyana sivîlan hildigrin ser Meclisa Ewlehiya navneteweyî û pêwistiya aliyê tirkiyê pabend bikin bi qanûnên navneteweyî û pêwistiya bidawîkirina sûcên û dagirkeriya wê li ser xaka Sûriya.

 2023-11-26

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat

Back to top button