ManşêtNûçe

Kongra Star li dijî êriş û tundiyê banga xurtkirina têkoşînê kir

Meclisa Kongra Star têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra Star li dijî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê kir. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker wekî hevkariya van sûcan nirxand.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî hate kirin û hate gotin, ′′Di nava van rojan de tevahî cîhan pêşwaziya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dikir. Lê çavê xwe ji tundiya ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî îrade û jiyana ewle ya bi mîlyonan meşandin, digirin.′′

Meclisa Kongra Star îşaret pê kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwerêvebirin û jinûve avakirina sîstema jiyanê tê meşandin û destnîşan kir ku hikumeta AKP′ê bi êrişên xwe yê dijminahî dixwaze carek din  serdema koletî û nîjadperestiyê ferz bike.

Kongra Star daxuyand ku ji zêdetirî 10 salan ve hikumeta AKP′ê bi dehan rêbaz bi kar anîn da ku Rêveberiya Xweser têk bibe, lê her tim îflas kir. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Destek da hêzên terorê wek DAIŞ, bi salan ambargo li ser herêmê dimeşîne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û demgrafiya wan diguherîne. Ava çemê Firatê li ser bi mîlyonan mirovan qut kiriye, li Efrînê daran dibire, di şerê de çekên kîmyewî bi kar anîn û ev şer derbasî nava jîngehê kir. Lê ruxmî van kiryaran jî hertim îradaya gel û a jinan mezintir dibe û biserkeftî karîbûn jiyan û hebûna xwe biparêzin. Dewleta Tirk ji bo ku îflasa xwe derbas bike û temenê xwe dirêj bike, vê carê bêyî ku pîvanên navneteweyî di ber çavan re bigire tevahî rehên jiyanê dike hedef, pêre jî pêşengên gel, sivîl, jin û zarokan dike hedef. Di nava 24 saetên dawîn de jî li zêdetir ji 6 wesayîtên welatiya xist û di encamê de hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest da.′′

Kongra Star kiriyaran AKP′ê şermezar kirin û derveyî pîvanê insanetiyê nirxand û got: ′′Em tevahî rêxistinên mafên mirovan di serî de hêzên koalîsyonê berpirsê şehîdxistina her ferdekî ji gelê xwe dibînin. Em  dibêjin, bêdengiya wan hevkariya bi pêre ye ku rê li komkujiyan diveke.′′

Meclisa Kongra Star bang li tevahî jinan û got kir ku têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê xurt bikin û got: ′′Jiyana azad û bi ewle wê her tim soza me ye xweparastinê be.′′

Back to top button