DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di van demên dawîn de faşîzma Tirk kiryarên hovan bê sînor û bêyî tu pabendî ji rêgezên exlaqî û qanûnên mirovahî an navdewletî li ser gelê herêmê û bi taybet li ser gelê kurd pêk tîne, çi bi hêzên xwe an amûrên wê yên rasterast ,çete û ajanên wê, tevahiya çekên qedexe û wesîleyên nûjen bi kar tîne. Ji destpêka pêkanîna dewleta Tirk ya faşîzim pilanên li ser qirkirina gelê kurd û bi hevsengiya êrîşên DAIŞ yên hovane li ser gelê kurdistanî û gelên herêmê fitne û êrîşên Tirkiyeyê der heqê wê ne hatiye sekinandin.

Bazirganiya Helebê bi dagirkirina Tirkiyeyê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat pêkanîn di nav de dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, ji bo tolhildana têkçûna DAIŞ. Her wiha hemleyên Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê û başûrê wê ne hat sekinandin. Tevahiya êrîşên dawî di çarçoveya pilanên hilwişandin û qirkirina gelê kurd e, êdî hemleyên kuştin, talankirin û guhertina demografiya herêmên dagirkirî zêdebûn, û aktîvkirina şaneyên razayî li herêmên Rêveberiya Xweser yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, û hewildana çandina fitneyan di navbera gelê ereb û kurd li ser destê ajanan. Û bûyerên ku li Dêra Zorê rû da ji aliyê dewleta Tirk û amûrên wê yên ku parastina wan dike di nava axa xwe de û li herêmên dagirkirî hatiye çêkirin.

Rêze êrîşên dawî ji kiryarên hovane bi hedefgirtina hevserokatiya hevbeş ya Qamişlo û pêşengan û Yekîniyên Parastina Jin li Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk tê, her wiha armanckirina raghandina JIN tv û Ewlehiya Hundirîn û rêvberên Kampaniya Newroz, û êrşên Şengalê, di dawî de jî hedefgirtina Hêzên Dijî Terorê li balafirgeha Silêmaniyê di nava pilanên qirkirina kurdî tê, tolhildana ji DAIŞ re ye, ji ber ku van hemû hêzan roleke sereke lîstin di têkçûna DAIŞê û hîn jî têkoşîna xwe berdewam dikin li dijî wan û şaneyên razayî û pêkanîna ewlehî û aramiya li herêmê.

Êrîşa herî dawî ya li ser nunerê Kongreya Netewa Demokrat di nivîsgeha Hewlêr û şehadeta wî êrîşeke eşkere ye li ser gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê, bûyera di peytexta Baṣûrê Kurdistanê rêveberiya herêmê û hemî hêzên siyasî di Baṣûrê kurdistanê de dixe pêṣiye berpisyariyên  xwe yên dîrokî de, ji bo ku qonax çi hewce dike di warê helwestên siyasî yên netewî de li hember kampanyayên qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên Mezopotamyayê û têkbirina federalîzma Başûrê Kurdistanê her teşwîqkirin û helwestek nezelal ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin û wê cesaretê bide faşîzma Tirk ku êrîş û mêtingeriyên xwe bidomîne.

Em meclisa Giṣtî di Partiye Yekîtiye Demokrat PYD sûcên ku li dijî gelê Kurd û saziyên wan tên kirin her roj şermezardikin û em soz didin şehîdên xwe ku em li ser rêya têkoşîna wan bin û ji hemî zarokên gelê xwe dixwazin ku li pêşiya van koployên ku armnc dike wan ji dîrokê derxîne bisekinin û li hemberî ajan û hevkarên faşîzima Tirk bêkar nemînin û her weha bang li hemî partiyên kurdî û kurdistanî dikin ku bibin yek û helwestekê bigirin ku li gorî qonaxê be û destkeftiyên gelê kurd û gelên herêmê diparêze û di heman demê de hêzên demokrat ên ku azadiya gelan diparêzin û danasîna rastiya mêtingeriyê ku Osmaniya nû ye ji bo ku li herêmê hegemonyaya xwe bi dest bixe planan dike.

Û bang li hêzên cîhanî dikin ku li hember vê faṣîzmê bisekne ku xeteriyeke li ser aṣtiya cîhanê ji ber ku pêwîstiye cîhanê bi “Hitlerke” nû tuneye

2023-9-19

Meclisa giṣtî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button