DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Derbarê salvegera bîstan a damezirandina partiya me

Di 20 Eylûnê de salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tê, em hemû şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin û bi vê boneyê malbatên şehîdan û girseyî gelê me bi tevahiya pêkhateyên xwe yên ku riya berxwedan û têkoşînê pejirandin heta pêkanîna azadî û edaletê pîroz dikin.

Di van rojan de berî bîst salan û di şert û mercên cuda li ser herêmê û cîhanê derbas bû, hîn jî em encamên wê qonaxê jiyan dikin, partiya me hat damezirandin û komek ji fikir û pernesîbên li gorî şêwaz û îstratîjiya ku hemûyan tekez dike raghand, û ji berdewamiyên neteweyî û demokrasî û dozên azadiya jin û gelê herêmê derdikeve û îradeya wê îcbar kir di riya ferz kirina şêwazê netewdewletê ya navendî ku herêm parçekirin bi awayekî ku dijberiya îradeya gelan bike û mafên wê yê dîrokî di destpêka van dozan de doza kurdî ku çareriya wê bûye mijareke pêwîst û yek ji nexşeyên herî giringe di qonaxa heyî de bi tevahiya şert û mercên objektîf û xwesrî de tekezî bi rola xwe dike ku çareseriya doza kurdî li gorî têgeha Netewa Demokratîk tê wateya xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê û aştiya wê. Di encama îstratîjiya ku partiya me pejirandiye partiya me rastî komek ji siyasetên dijber hat bi hevkariya hevbeş di nava komên netewperst  yên paşverû  û pergalên zordar ên navendî ya ku dixwest partiya me ji holê rake ji destpêka damezirandina wê, ku bi sedan ji endamên partiyê xistin nava zindanan û rastî îşkence û tundiyê hatin û gelek jê gihaştin asta şehadetê di destpêkê de Ş.Şîlan û rê hevalên wê û heta gihaşt Ehmed Hisên , Osman Dadalî, Îsa Hiso û Xalid Kutê û ji xeynî wan. Ev hemû hat veghurandin û bûn sedem ji bo berdewamkirina têkoşînê û qebûlkirina çareseriyên siyasî ya ku bingeheke zexm ava dike ji bo biratiya gelan û yekbûna çarenûsê û pernesîba jiyana hevbeş. Li ser esasê van berdewamî û îstratîjiyên têkoşînê partiya me bi xeta sêyemîn di aloziya Sûriyeyê de pabend bû û bi rola xwe ya pêşeng lîst bi hêz û partiyên ji pêkhetyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li gorî peymana civakî ku îradeya hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê destnîşan dike, ji destpêkê rastiya parastina rewa û mafê gelê şoreşger, rêxistina civakê û sazbûna wê ber bi riya civakek exlaqî siyasî bi pêşengtiya jina azad û ciwanên şoreşger.

Partiya me ji destpêka damezirandina wê têkoşîn dike ji bo rêxistinkirina gel û civakê, û bidestxistina civakek exlaqî û siyasî, û pêşxistina siyaseta demokratîk, û pêkanîna pergalek ne navendî demokratîk li Sûriya û xurtkirin û pêşxistina pergala hevserokatiya hevbeş û nûnertiya adlane ji bo jinê di tevahiya waran de, û tekez dike li ser divêtiya xurtkirina parastinê û parastina rewa û xebat bê kirin ji bo rizgar kirina herêmên dagirkirî, û her tiştê pêwîst ji bo xurtkirina eniya hundirîn li hember hedefgirtinên li dijî destkeftiyên şoreşa 19ê tîrmehê û nimûneya çareserkirina demokratîk, em di salvegera damezirandinê de tekez dikin ku drûşmeya ( Jin, Jiyan, Azadî) wê bibe kilîta çareseriya aloziya ku cîhan tê de derbas dibe û pergala hegemonîk bi cudahiya şêwaz û encamên xwe ne tenê herêma Rojhilata Navîn. Her wiha em tekez dikin ku bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocelan feylsûfê Netewa Demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî erkek exlaqî niştimanî ye li ser partiya me û yek ji giringtirîn xebatên me ye di vê qonaxa hesas.

Dîsa em tekez dikin ku tevgera şoreşgerî ya Sûriya ya ku di naveresta Adara 2011an destpê kir adlane bû û ji mafê gelê Sûriyeyê ye ku guhertina demokgratîk pêk bê, û çareseriya aloziya Sûriyeyê wê li ser riya siyasî ya li gorî biryara 2254, û ji vir ve em tekez dikin ku diyaloga sûrî-sûrî û bi pêşengiya Sûriya serkeftin jê re tê nivîsandin dema ku temsîla pêkhateyên Sûriyeyê dikin û tu beş jê neyê dûrxistin û di destpêka wan de hêz û pêkhateyên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya ku îsbat kir û her dem îsbat dike ku tu bedeîl tune ye ji bilî bratiya gelan û xebat bê kirin li ser xurtkirina îstratîjiya dîrokî ya têkiliyên kurdî û erebî û tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê û herêmê.

Careke din em gelê xwe û endamên partiya xwe û alîgirên wê pîroz dikin bi boneya salvegera 20’emîn a damezirandina partiya me destnîşan dikin ku em tu carî li ser riya şehîdan venagerin. Û soza me ye ku riya têkoşînê berdewam bikin heta bidestxistina armanc û nirxên hêja yên ku ji bo wê gihaştin asta şehadetê.

2023-9-19

Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button