Partiya Yekîtiya Demokrat PYD rêzecivînên gelêrî li pênc navçeyên girêdayî bajarê Kobanê li dar xist, bi amadebûna endam û alîgirên parityê û hin kesayetên civakî û siyasî.
Di destpêka civînan de beşdaran deqeyeke rêzgirtin sekinîn ji bo şehîdên azadî û rûmetê, piştre li ser rola partiya me di salên ku di têkoşînê de derbas bû berdewam e û tekez kirin li ser rola jinan di partiyê de ji destpêka damezirandinê û heta roja me ya îro.
Di civînan de îşaret hat kirin ser rola hestyar ya ku partiya me tê de hat damezirandin û pirsgirêkên ku li hember wê derket ji destpêka qonaxa damezirandinê û girtin û şehadeta pêşengên wê di zindanên rêjîma Bees de.
Tekez kirin li ser rola pêşengtiya partiyê di rêxistina civakê de û beşdariya wê di avakirina rêveberiyên xweser di herêman de heta gihaştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyên ku bi saya hevgirtina di navbera tevahiya kategoriyên civakê û pêkhateyên heyî li ser esasê fikra netewa demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser û rola ku jin dilîze di partiyê de li ser hemû astan.
Civîn bi vekirina deriyê nîqaşê ji hêla beşdaran li ser giringiya partiyê, pernesîb û rola wê ya pratîkî bi dawî bû.