DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Tiştê ku li Qoniya di nava Tirkiyê de me dît ji komkujiyek hovane, ku heft kesên Kurd ji malbatekê hatin kuştin, di bin çavdêriya ewlehiya Tirkiyê de, tekez dike li ser mebestên nijadperest û neteweperestî yên ku Erdogan ji dema ku partiya wî serokatiya Tirkiyê dike û ji aliyê çapemeniya xwe ve li dijî Kurdan radikirin.

Ev sûca hovane ku çeteyên faşîst ên Erdogan kirine, ne yekem e û ne jî dê bibe ya dawî li dijî sivîlên Kurd ku di encama zihniyeta nijadperest de ya ku bi sedan sal e li Tirkiyeyê hukim dike.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de vî sûcê nîjadperestî yê ku ji hêla pêkhateyên Toraniya Tirk ve hatî kirin bi tundî şermezar dikin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsyariya xwe ya li hember kiryarên rejîma Tirk ên li dijî gelên din, bi taybetî gelê Kurd, bigirin ser xwe.

Her wiha em tekez dikin ku hewldanên “Hilfa faşîst” a rejîma Tirk a ji bo qirkirina Kurdan û koçberkirina bi darê zorê ji cih û warên wan, wê bi israreke zêde ya berxwedanê re rûbirû bimînin heta ku hemû mafên rewa yên gelê Kurd bi dest bixin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

31-07- 2021 

Back to top button