DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya buroya Têkiliyên Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Berdana “Mustefa Xelîl” û “Mustefa Ezîz”, herdu endamên partiya me yên berpirsê çalakiyên Têkiliyên Giştî li başûrê Kurdistanê, yên ku li gel nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk “Cîhad Hesen” dema ku diçûn balefigeha Hewlerê hatin girtin, ku hin mêvanên ji derve di 10’ê Hezîranê de pêşwazî bikin, ev geşedanek erênî ye, lê me di derbarê sedema girtinê û encamên lêpirsînê de agahiyek negirtiye, tevî ku em di wê baweriyê de ne ku hevalên me li dijî qanûnên herêma başûrê Kurdistanê ti kar nekirine. Û heval “Cîhad Hesen”, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nehatiye berdan, û em heya niha derbarê çarenûsa wî de tiştek nizanin.

Em di Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de bawer in ku ev kiryar xizmeta herêma Kurdistanê nakin, berovajî wê ye, ew xizmeta hêzên dijminatiya gelê me dikin. Ji aliyê me ve, em hertim li dijî komployên mezin ên ku li dijî gelê me tê kirin, hevkarî û hevgirtinê dixwazin. Ev komployên ku hebûna gelê Kurd dikin hedef, ji gelê me re û ji hemû hêzên ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibin re vekirî û naskirî ye.

Lewma, em daxwaz ji berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin ku di zûtirîn dem de nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berdin.

Buroya Têkiliyên Giştî li PYD

31’ê Tîrmehê 2021

Back to top button