ManşêtNûçe

Dagirkeriya Tirk hedefgirtina jinan li kantona Efrînê zêde kiriye

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî zêde kiriye. Îstîxbarata Tirk (MIT) çend roj berê jineke ducanî bi îşkenceyê qetil kiribû.

Çavkaniyekî ji herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku di 17’ê Cotmehê de MIT`a Tirk li gundê Birîmce yê navçeya Mabata dorpêç kir û du jinên gund revandin.

Li gorî çavkanî, navê herdu jinên revandî wiha ne; Mizgîn (28), Sozan (33).

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku îstîxbarata Tirk herdu jinên ku revandine birine cihekî nediyar, da ku malbatên wan neçar bikin ku fidyeyê bidin.

ANHA

Back to top button