ManşêtNûçe

Ebdî: Herêm li pêşberî qonaxa nû ye, em ê ji hemû astengiyan re projeyan bibînin

Kongreya damezrîner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê 2 rojan li bajarê Qamişlo dewam kir. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya dîmen beşdarî kongreyê bû.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşber qonaxa nû ye, em ê ji hemû astengiyên ku berê em tê re derbas bûn, projeyên nû bibînin.”

Mezlûm Ebdî wiha got: “Em QSD’ê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser piştevaniya Rêxistinên Civaka Sivîl di her gavekê de bikin û bi yek destî bixebitin ku tevahî aliyan li herêmê bi pêş bixin.”

Cara yekemîn e kongreyek wiha li herêmê li dar dikeve û tê de piranî rêxistin û komeleyên civaka sivîl yên li herêmê dixebitin beşdar bûn ku rêbazên hevkarî û hevbeşiyê xurt bikin.

Ebdî anî ziman ku Rêxistinên Civaka Sivîl aliyekî bingehîn e ku dikare roleke mezin di xebata guhartina ber bi demokrasî ve, piştevanî û pêxistina civakê de bilîze.

Ebdî behsa piştevaniya ji Hevbendiya Rêxistinên Civak Sivîl re kir û hêvî kir ku rêxistin gavên nû ber bi pêşxistin û demokrasiyê ve biavêjin.

Her wiha Ebdî girîngiya parastinê li hemberî gefên bênavber ên li dijî herêmê destnîşan kir.

ANHA

Back to top button