ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê têkoşînê bilind bikin

Bi dehan endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, endamên meclis û yekitiyan li qada Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Beşdaran pankertên bi nivîsên, “Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirk biqewitînin, Na ji bêdengiya navneteweyî re” rakirin.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efîrnê Bêrîvan Xelîl bi zimanê kurdî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma EFrînê Israfîlê Mistefa jî daxuyanî bi erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi serkêşiya Efrdogan bi hemû hêza xwe hewl dide aloziya Sûriyê dirêjtir bike û bi wê yekê ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn xilas bibe û bala raya giştî ya Tirkiyê bikişîne derve. Her wiha bi tawana ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk û YPG`ê bi pêkanîna êrişan li dijî arêtşa Tirkiyê tawanbar dike. Bi wê yekê hewl dide destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gavên wê yên dîplomatîk ku di demên dawîn de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê avêtin, têk bibe.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Îdiayên dewleta Tirk a dagiker ên parastina ewlehiya neteweyî, ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê û dirêjkirina aloziya Sûriyê ne.

Wekî Rêvebeirya Xweser a Herêma Efrînê gefên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên xwarin, şermezar dikin. Em soz didin em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe li dijî van gefan bilind bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û bi taybetî Rûsya û Amerîka hate kirin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, sînorekî ji gefên dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê re deynin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana koçberên li kampên kantona Şehbayê, bi dawî bû.

ANHA

Back to top button