ManşêtNûçe

KON-MED: Em bi ruhê seferberiyê tevlî meşa ciwanan bibin

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo Meşa Dirêj a ji 11-16’ê Îlonê bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” ku ji bajarê Essen ê Elmanyayê ber bi bajarê Aachenê ve diçe, banga tevlîbûnê kir.

Bangewazî wiha ye:

“Tecrîda herî giran a dijmirovî 24 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tê meşandin. Bi tecrîda li Îmraliyê re hemû gelê Kurd xistin bin tecrîdê û bi tecrîdê re hewl tê dayîn gelê Kurd bê nefes bê hiştin. Rêber Apo bi berxwedana xwe ya bi rûmet li dijî pergala Îmraliyê têkoşîna herî mezin dide. Îmralî bû navenda şerê li Kurdistanê. Bi alîkariya hêzên komploger ên navneteweyî, dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ya faşîzm a AKP-MHP’ê bi domandina konsepta îmhayê ya li dijî gelê Kurd hewl dide di şerê Îmraliyê de encaman bi dest bixe. Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku ji roja yekem a tecrîdê destpê kir, ji hemû cîhanê re nîşan da ku jiyan bêyî Rêber Apo ne pêkan e. Tecrîda cîhanî ya li ser Rêber Apo di heman demê de tecrîda li ser her kesê ku alîgirê azadî û demokrasiyê ye tê ferzkirin. Dijberî û berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê xebata herî bingehîn a azadî û demokrasiyê ya serdemê ye. Êdî ti aliyekê yê tecrîda li ser Rêber Apo ku bê qebûlkirin û jiyîn tune ye.

Divê êdî pergala Îmraliyê bê tinekirin, pêvajoya ku bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo re azadiya wî misogerkirin sedema me ya jiyanê ye ku nayê taloqkirin.

Li dijî vî şerê qirkirinê, gelê Kurd wê li her qada ku lê ye, di çarçoveya Pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye” de heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe wê berxwedana xwe bidomîne.

Li ser vê bingehê wê di 11’ê Îlonê de li bajarê Essen ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurdistanê yên Ewropayê saet di 09:00 de meşek dirêj a 6 rojan bê lidarxistin. Armanca Meşa Dirêj a bûye kevneşopiyek ku ji aliyê ciwanên Kurd ên bi awayekî fizîkî ji welatê xwe qut bûne û li Ewropayê dijîn, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo wê yekê çêkirina hişyariyê ye.

Meşa dirêj a di çarçoveya pêngava “Ji Bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” tê lidarxistin de, wê li gelek bajarên girêdayî eyaleta NRW’ê re derbas bibe.

Weke KON-MED em di serî de hemû meclîsên xwe yên girêdayî federasyona me ya FED-MED NRW, bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li meşa dirêj a di pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurdistanê yên Ewropayê de bê lidarxistin derkevin.”

ANF

Back to top button