ÇalakîManşêt

Partiya me berxwedana 14’ê Tîrmehê li Hesekê bi bîr tîne

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, îro 14’ê Tîrmehê, civînek berfireh li bajarê Hesekê ji bo bîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê, li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre civîn girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê destnîşan kir , û berxwedana zindana qehreman ya ku li ser du tiştên bingehîn bingeh digire, ango têkoşîn û ramana azad bi bîr anîn.

Di dema civînê de diyar kirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê û bi kesayeta (Akif Ylmaz, Alî Çîçek, Kemal Bîr, Xeyrî Dûrmûş) ew rastiya berxwedana 40 salî ye û ji gelê Kurd re bûye çavkaniyek îlhamê.

Her wiha dagirkeriya Tirkiyê her gav dixwaze berxwedana leheng bidawîbike, ji ber ku armanca wê belavkirina ramana berxwedana azad, lê dagirkerî bi saya vîn û ramana me ya azad bi vê siyaseta faşîst bin dikeve.

Di dawiya civînê de, tekez kirin ku pêwîst e têkoşîn mezintir bibe, ji ber ku serkeftina “Zap û Avaşîn” serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê ye.

 

Back to top button