GotarManşêt

Cîwaziya rêbaza ronakbîr Ocelan

Biradostê Mîtanî

Min gelek rêbaz bi navê mirovahiyê xwendine û min bawerî pê anîne û ez li ser gelek rêbaz û pirensîpên ,bi navê mirovahiyê mezin bûme ,lê mixabin her min dît ku mirovahî li ser destên wan birîndar dibe û dimîne seqet û nexweş. Bi taybet netewa min a Kurdî ya ku di riya wan re ma bindest û paşguh û ber bi bişaftinê de diçû.

Niha piştî ku ta radeyekê min raman û rêbaza ronakbîr Ocelan xwend û dît . Min cîwaziyeke binirx ji wan rêbazan tê de dît û ferq û cidayek nas kir . Hêviyên min bicihanîna regezên mirovahiyê û çareseriya doza min a Kurdî geştir bûn,ji ber ku ev rêbaz ne weke wan ên din yekalî ye û desthilatdar û nejadperest ji wan sûdê digirin.

Rêbazên olî yekalî ne . Her olek ên din tune dike û dikevin nava nakûkiyan de û bi hev re dikevin milmilandinê û şeran de. Lê Rêbaza ronakbîr Evdelle Ocelan bi hûrbînî û çavekî mezin û bi nirx hemû ol û baweriyên olî dibîne û mafên wan di çarçoveya aştî û derbirîna azad de, dide wan.

Rêbazên mîna lîberalîzimê ,sosiyalîstê , komonîstê û mîkafìlîyê aliyek tenê ji civakê digirin û ên din tune dikin. Li gor ku rêbaza Komîzimê di aliyê wekheviyê de ,ne weke wan e ,lê ew jî bi mafê çîneke civakî tenê dibake û milmilaniya mayinde ji çînan re dike rêbaz û dibêje dive diktatoriya kedkaran bi ser bikeve û bibe desthilatdar . Bi wê yekê ,ji aliyê wan rêbazan ve şer , naqkûkî û desthilatdarî di civak û welatan de berdewam dibe û dibe zagona hebûn û nebûna beşekî ,di nav netew û civakan de.
Lê ronakbîr Ocelan ji dêla wê parçebûnê ،wê milmilandinê,wan nakûkiyan û wê nearamiyê rêbaza Netewa Demuqrat, a ava li ser biratiya gelan ,peya kiriye û biwe çareseriya hemû pirsgirêkan ji bo aştiyane bi hev re jiyan bikin.

Di aliyê doza Kurdî de ,wan rêbazan tu nirx û qedir nedane mafên wê yên netewî. Ew ketine destên desthilatdaran de û bûne ji siyaseta bêsinc û bêrawişt . Ji dêla ku mafên kurdî bi taybet û yên gelan bi cih bînin . Ew bûn hêz û çand û hebûna Kurdî qedexe kirin ,ta radeyeke bilind ji asmîlasyonê û qirkirinê. Lê rêbaza hozan û ronakbîr Ocelan ,di hinavê xwe de ,pirojeyek zelal ji mafên netewa Kurd û yên gelan vejîn kir û kire nexşerê ji serkeftina civak ,netew û welatan re û bi taybet bi xurtî mafên me gelê kurd macî kir û di parastina kesayeta netewa Kurd de bû pispor û weke îro Girêbenda Civakî ya Xweseriya Demuqrat li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike nimûne . Vê rêbaza Ramangêr Ocelan pênasî û bicihanîna doza Kurdî ji asteke pir lewaz û şikestî ber bi asteke kurdperwerî xurt de veguhest.

Ji aliyê zanistê ve jî gelek zaniyar dibêjin heyber du beş in ,yek bêcan e û mirî ye û yek zayndeye û bi can e.
Ronakbîr Ocelan dibêje : Mademkî heybera ku ew zanyar dibêjin ew bêcan û mirî ye ji Iliktron,Nitron û pirotonan e û ev hersê regez ,bi hev re di liv û tevgerê de ne ,çima vêce ew heyber bêcan e mirî ye?!

Lewra ji wan sedeman û gelekan din jî ,ez dibêjim ku rêbaza ronakbîr Ocelan ji wan rêbazan cida û cîwaz e û ji wan bihtir sergihayî ye û ew kare bibe xwediyê çareseriya hemû pirsgirêk û arîşeyên,di aliyê civakî ,aborî û netewî de ,yên ku wan rêbazên beriya wê nikarîne wan çareser bikin .

 

Back to top button