CiwanManşêtNûçe

Ciwanên Helebê bang li hemû aliyên kurdî kir ku li dijî zêdegaviyên dagirkeriyê bisekinin

Di nava rêzeçalakiyên redkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a girêdayî Helebê bi daxuyaniyekê ji raya giştî dijminatiya Tirkiyê ya der heqê sivîlên Kurd de, şermezar kir.

Daxuyanî ji hêla rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger Zeyneb Mislim ve, li pêşiya navenda tevgerê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat xwendin.

Di daxuayniyê de  hesasbûna qonaxê hat misogerkirin û hevgirtina gelê kurd hat xwestin û wiha berdewam kir: “Divê em li dijî êrîşên leşkerî, fikirî, parastina xwe ji êrîşên Tirkiyê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi dest xistin, bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê der heqê êrîşên hovane de hate destnîşankirin û ev tişt hate gotin:”Hikumeta ku nikaribe parastina gelê xwe bike, di rêvebirina civakê de jî nikare xwedî statu be.”

Daxuyanî bi balkişandina ser rola”Berxwedêran” li Başûrê Kurdistanê û siloganên “Li dijî êrîşên dagirkeriyê, yekitiya gelê Kurd”bi dawî bû.

Back to top button
Close