ÇalakîCiwanManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn
Ciwan moralê birîndaran xurt dikin
Rêveberên Mala Birîndaran, endamên Meclisa Ciwanên Tebqayê, Yekitiya Jinên Ciwan û fermandarên QSD`ê tev li şahiyê bûn.
Şahiyê bi deqek rêzgirtin dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Meclisa Ciwanan Mihemed El-Hemûd axivî û destnîşan kir ku şervanên birîndar bûne ji bo azadî û rizgarkirina gelan ji zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê parçeyek ji laşê xwe dan.
Her wiha şervanê birîndar ê QSD`ê Ciwan Reqa destnîşan kir ku ew bi ciwanên herêmê serbilind in, ji ber ku ew ê rêya têkoşînê berdewam bikin û bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin û asta wê bilind bikin.
Şahî bi xelekên govendê bi dawî bû.
ANHA