ÇalakîManşêt

Nûnertiya partiya me li Başûr salvegera damezrandina Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê pîroz kir

Şandeke ji nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê, li bajarê Silêmaniyê serdana Partiya Niştimanî ya Kurdistanê kir, ji bo pîrozkirina bîst û şeşan a salvegera damezrandina wan.

Şandaeya nûneratiyê ji nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Dr.Çawîdan Kemal û endamên Nivîsgeha têkiliyan Bêrîvan Mihemed û Merfan Hesen pêk hat.

Di serdanê de, her du aliyan pêşketiynên siyasî yên li ser qada Kurdî bi taybet Başûr û Rojava gotûbêj kirin, li aliyê din banga (33) partiyên siyasî yên Rojava ya ji bo ambargoya hewayî ya li ser herêmên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin, hat balkişandin.

Şandê herwiha peyameke pîrozbayî pêşkêşî Partiya Niştîmanî kir û her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina têkeliyên navbera her du aliyan kirin.

 

Back to top button