ÇalakîManşêt

Civîna Meclisa Jin a PYD’ê li herêma Firatê

Meclisa Jin li herêma Firatê, 19’ê Çileyê rêzcivînek li ser asta herêmê li dar xist, bi beşdariya gelek ji hevalên rêxistina jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di Rêveberiya Xweser de ji bo xwendina persektîfên Meclisa Jin û şîrovekirina rewşa siysî.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, ku piraniya hevalan ji hemû navçeyan di herêma Firatê û komîteya Meclisa jin beşdar bûn, di civînê de rewşa siyasî li herêmê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi taybet hat şîrovekirin.

Piştre persektîfên ku ji hêla Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiya weşandin hat xwendin, ku tê de awayên damazrandina mekanîzmayek xebatê hat zelal kirin û damezrandina şaneyên taybet ên jinan ji bo xurtkirina rêxistina jin, her wiha pêşinyar di nêrîn û goftûgoyan de hat kirin der barê nirxandina xebatê di navçeyan de li herêma Firatê.

Civîn bi guheztina beşdaran ji nêrînan re, û nîqaşkirina pilanên ku di sala heyî de çawa xebatê bikin, ji gundan bigire heya hemû navçeyan, piştre persekîf ji jinên ku di sazyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Jin dixebetin hat şandin bi dawî bû.

Back to top button