ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokrat li Lubnanê domandina dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê şermezar kir

Bi dehan ji endamên Partiya Yekîiya Demokrat li Lubnanê, duh roja Çarşemê 2021-1-20 li çend herêmên Lubnanî, Birc Hemûd, Terablus, Dahiyê, kom bûn ji bo salvegera sêyemîn ya dagirkirina Tirkiyeyê û çeteyên girêdyaî wê ji Efrîn.

Endamên Partiya Yekîtya Demokrat PYD li Lubnanê, berdewamiya Tirkiyeyê ji dagirkirina xakên Sûrî, her wiha binpêkirinên dijmirovî der heqê sivîlan şermezar kirin, daxuyanî ji hêla endamê Partiya yekîtiya Demokrat li Lubnanê Xalid Xalid hat xwendin.

Wiha di daxuyaniyê de hat:

20’ê çileyê salvegera sêyemîn ya dstpêkirina dagirkiriya Tirkiyeyê û çeteên wê li ser herêma Efrîn ya Sûrî ye, û duvra dagirkirina wê piştî berxwedanek qehremanî ji hêla keç û xurtên wê 58 roja berdewam kir, ku siya xwe yî reş xist li ser Efrîna bi ewlehî û aloziya Sûriya ket qonaxek bêhtir kur.

Daxuyaniyê wiha dimand: Tirkiyeyê bi ewlehî û aştiya herêmê dilîze, û qanûna navdewletî binpê dike der barê dagikirina xakên Sûriya bi aramnca berfirehkirinê di dewletên cîran de û binpêkirina kikumeta wan bi pêkanîna modela Osmanî ya kolonyalîst ya nû. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji destpêka derbasbûna herêma Efrînê, sûcên dijmirovî pêk anî û bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar welatî ji xak û malên wan, û siyaseta kolonyalîst pêk anî bi aramnca guhertina demografêk ya herêmê û hilwişandina kevneşopên wê yên dîrokî ya delîlê nasnameya Efîna resene, her wiha sûcên wan dirêjî mirovan, daran û keviran kirin, bi şehadeta rêxistinên mirovî û hiqûqî navdewletî.

Daxuyaniyê di dawî de tekez kir: Em di Partiya Yekîtiya Demokrat de li Lubnanê rêjîma Sûrî û Rûsiya berpirsiyar dikin li ser dagirkirinaTirkiyeyê ji Efrînê, em tekeziya xwe nû dikin li ser rêzgarkirina wê û vegerek bi ewle ji gelên wê yî resen û derxistina hemû kesên ku desrbas Efrîn bûne,û hilwişandina hemû rêbazên tirkkirinê ya ku Tirkiyeyê pêk anî li ser xakên Sûriya, em daxwaz ji Netewên Yekbûy û Meclisa Ewlehiya Navdewletî dikin bi avakirina komteyên netewî ji bo lêpirsînê li ser sûcên Tiriyeyê û çeteyên wê li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê bike û pêşkêşkirina wan ji edaletê û muhasebekirina wan.

Back to top button