Helbest

Xerîbî zore Hemşerî

Bersiva Helbesta hozan Ferhad Merdê ya bi navê Hemşerî
Can Mirzal
Hemşerî, ma hatina xerîbiyê kengî û ji kî re dibê xêr? Xerîbê derdekî girane.
Ticare ev ne bû hisret û bila nebe hesreta kesî kû berê xwe bidin koçberiyê.
Ma ezê çi ji bo te bi xwere bînim, gelo kevirekî ji kîjan çiyayî
yan jî genimê ji kîjan deştê û ava kîjan zozanê welat bi xwere bînim.
Min bikariya minê toza Amûda Ahmed huseyî banîba
yan jî dengê zarokên kolanên gund
yan Hinarekî ji Hewraman
Kulmek axa Çarçira Mihabad
Dîmenk Rojhlatê ji Çiyayê Nemrûd
Xweziya evîndarekî li Girê Mirada
Yan Guzek ji Behdînan
Gezoyek ji Silêmanî
Hinasek ji Agirî
Firek av ji gola Urmiye
Simîdek ji ber Surha Amedê
Yan guleyek bi bihne berxwedana Kobanê
Yan xwendina çîroka Rustemê Zal ji Zagrosan
Ma ezê çi bînim û çi neyînim
Firek av Munzur û kevirek ji gora şehîdên bênav ji Dêrsimê
Zeytûnek ji Efrîna birîndar
Yan jî tû ji Cizîra Botan û Mem û Zînê çi dixwazê
Pirûtek ji Ehmedê Xanê
Ma tû ji deşt û kaniyên Dêrikê çi dixwzê
Simbilek Genim yan jî dîtina bîrên Petrolê
Ma ezê çi bînim û çi neyînim
Evîna li nav dehil û rezan
Keçên li ser kanî û avîyan
Dengê bilura şivanekî
zarokên pîxwas
Ma ezê çi bînim û çi neyînim.
Bêje min te bi xwere welat anîba welat.
Erê bêje min te bi xwere welat anîba welat.
Welat nayê keko hemşerî divê em herin welat.
Ez ji axa Germiyanim li min Xerîbî sare keko
Mirov sarin, kolan sarin,
Lê ew bîranînên min weke agirê tenûra Emîna Xelo di dilê min de sar nebûne
Rê dûr, bar girane, pir mirovan di vê rêyê de barê xwe avêtin.
Û gelekan jî Canê xwe avêtin.
Ma Alan Kurdî nayê bîra te. Barê wî gelek sivîk bû, goga xwe jî ne anî bû.
Ewqasî derdê wî giran bûn 
Ne derya ne bejahyê karîbûn derdê wî yê biçûk rakiran.
Raste li Xerîbiyê keser tev bi kul û birînin.
û şev tev bi nalîn û girînin.
Erê dem giran, lê temen zû diçe her roj wek salek temen ji bedena min koç dike.
Ka binêre min ev bi xwere anînin.
Ka binêre Turikê min tev bîranînin.
Lê belê her yek, hemû kûlîlkên buharek temenê min dihêre.
Ma ezê çi baxivim,
Li ber te, li ber xwe li ber mirov, heval û hogirên xwe
li ber dê û bavên xwe û li ber kevir û dar û çolên xwe bê zimanim.
Min berê çi kiribe xem nakê bila, lê ma ezê niha ji tere çi bêjim
Mixabin Xerîbî temenê min zû bûrand, Por sipî bûn wek berfa zivistan.
Çilmisî rûkenîn, roj tarî bûn bi xem û hestan
Xewa li ser Banan û dîtina Sitêran dibin xewnên şevan
Ji ber vê Xwarina bê çêj û mirov birçî nabê.
Bi xweziya birçîbûna karker û cotyarî me.
Erê hevalo,
Ezê li vir binvîsim û ji her kesî re bêjim ezê bêm, bawer bikin ezê bêm,
Ezê bi saxî bêm
Kû saxî nebû bila ji wê axa pîroz bedena min cî negre
Wesyeta min li we ewe; bila bişewitim bibim ax;
Hinek ji xweliya min li bin dara Zeytûnê hinek li ber Guhija gund bireşînin.
Kû ev ne karekî giran be ji were;
Hinek vê xweliyê li kolanên gund bireşînin
da zarok û kuçikên gund di sere herin û werin.
Hemşerî, Mala mirov çadirek be,
yan konekî di nava kampekî penaberan li welatê xwe be hezar carî bi rometire.
Li vir, mirov bê esle, bê romet û bê namûe mirov li vir bê kes û xwediye.
Mirov li vir bê zimane, bê koke û bê evîn û îmane.
Xerîbî xwelî li seriye, te ev rast got.
Dîmen bê watene
Hinek, li hespê xelkê siwar dibin
Serxweve diçin û har dibin
û gelek mirov jî jar, lawaz û bê kar dibin. Mal û civak wêran dibin.
Mirov dibezin.
Zarokên te ji xwere dibin ew êdî ne yên tene.
Esîmanê jiyana min li vir qet sahî nebû. Evîn û heskirin jî li vir dikin derew.
Tûrikê Bîranînên zaroktî, ji kolanên taxê ji bênderên evînê
Ez giran giran li ser milê xwe li her derê bi xwe re digerînim.
Hîna yek ji wan dîmenan jî ji ber çavên min neçûne.
Yek bi yek di rûndikên çavên de têne xwarê.
Ma ezê çi baxivim, gotin têra bi watekirina xeman nakin.
Xerîbî gelek zore hemşerî, ma ezê wekî din çi ji tere bêjim.
Can Mirzal
Back to top button