Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku serdana herêma Baskî kirbû, gera xwe didomînin, êdî serdana serdana Mala Jinan a li bajarê Bringo kir.
Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji endama Komîteya Têkiliyan û Hevbendiyên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed, Seroka Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê û Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Rewde Hesen pêk tê.
Şandeyê bi gelek berpirs û endamên Mala Jinan a bajarê Bringo yê herêma Baskê re civiyan.
Şandeyê xebatê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji endamên Mala Jinan re nirxand.
Her wiha şandeyê li ser rola jinan a li Bakur û Rojhilatê sûriyê axivî.
Nûnerên Mala Jinan a Bringo bang kir ku divê têkiliyên di navbera jinên Bakur û Rojhilatê û herêma Baskê re werin xurtkirin.
ANHA