ManşêtNûçe

Çeteyên dewleta Tirk 5 kes ji navçeya Şiyê ji bin konekî sersaxiyê revandin

Ji Efrîna dagirkirî, Çeteyên dewleta Tirk 5 welatî di bin konekî sersaxiyê de revandin û êrişî kesên li binê konê sersaxiyê kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li ser koneke sersaxiyê li navçeya Şiyê de girtin û 5 kes ji binê kon revandin.

Li gorî malprê navên kesên hatine revandin wiha ne.

Mesûd Mistefa Şêxo
Ebdilrehmen Mistefa Şêxo
Xelîl Mistefa Şêxo
Emmar Slêman Şêxo
Bekir Mistefa Rehmokî

Hat diyar kirin Çeteyan kesên revandine birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Malperê got ku çeteyan heqaret û lêdan li du kesên di bin konê sersaxiyê de jî kirin.

Back to top button