ÇalakîNûçe

Meslisa Jin a PYD’ê li kampên Waşokanî û SerêKaniyê du semîner dan

Bi boneya Roja Cîhanî ya têkoşîna tundiya li dijî li Jinê, meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) du semîner di çarşoveya kampaniya “Têbikoşe ji bo bidawîkirina tundî û dagîrkeriyê” de, li kampên ‘Waşokanî û SerêKaniyê” dan, bi amadebûna şêniyên bajarê Serêkaniyê ya ku ev du sal in di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye.

Li kampa Waşokanî ji aliyê “Ednan Kalo” endamê Meclisa Giştî yê partiyê û “Cenkê Şêxo” endama meclisa jin ve sermîner hate dayîn. Li kampa SerêKaniyê ji hêla “Ebd-Elxenî Oso” rêveberê di parityê de li kantona Hesekê û endama Meclîsa Giştî ya partiyê “Nesrîn Elî” semîner hate dayîn.

Piştî deqeya rêxgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê, derbarê her du semîneran, li ser urf û adatên çewt ên ku rê li ber mezinbûna rola jinê û afirîneriya wê digire, ku tê de raman û kevneşopî di çandên pir kesan de ne hene, ku bi xwe re dîtina cahliyê ji bo cihêkariya mêran li ser jinan hildigire, ku di encam de rola jin piçûk dibe û li hemberî wê rola mêr mezin dibe, û ev jin neçar dike ku rastiya xwe bipejirîne û teslîmê wê bike, axivîn.

Bal kişandin li ser tundiya ku di nava civakê de belav dibe, ku ew di serî de şîdeta li dijî azadî û mirovahiyê ye û civak ber bi nezanî û paşverûtiyê ve diçe, û divê hişyariyeke têr bê belavkirin ji bo ku tundiya li dijî jinan bê rawestandin.

Her wiha bal kişandin li ser şoreşa jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê û îdiyolojiya rizgariya jinê û çawaniya birêxistinkirina xwe bi xwe, wekî din li ser siyasetên dewletên neteweperest bi taybet dewleta Tirk ku tevgerên jinan ên weke Hevrîn Xelef, Hind û Sada dike hedef.

Nerîn ji hêla gel li ser çawaniya xelaskirina ji zihniyeta mêraniya otorîter û pêwistiya wekheviya zayendî, hat nîqaş kirin.

   

Back to top button