ÇalakîManşêt

PYD’ê hatina cejna Noelê li Partiya Yekîtiya Suryanî pîroz dike

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya hatina cejna Noelê serdana buroya Partiya Yekîtiya Suryanî û Dêra Suryanî kir.

Şande ji Rohat Mela Xelîl û Xelîl Osman hevserokê buroya têkiliyê, û Şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyê, Sema Bekdaş berdevka bi navê partiyê pêk hat, her wiha di pêşwaziya wan de Senherîb Bersûm hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, û Îlîzabêt Koriyê û Ropêl Beho endamê meclisa partiyê.

Şande bi boneya cejna Noelê Partiya Yekîtiya Suryanî û Dêra Suryanî pîroz kir.

Her du aliyan li ser bendê evînê xurt bikin û têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de axivîn, partiya me tekez kir ku cejna Noelê ji bo hemû pêkhateyên herêmê ye ji ber ku ew sembola aştî û hezkirinê ye.

Her wiha tekez kirin li ser pêwîstiya tevlêbûna hemû pêkhateyan di avakirin Rêveberiya Xweseriya demokratîk û jiyana hevbeş de, û xebata ji bo serfiraziya saziyên Rêveberiya Xweser bi hemû beşên wê .

Di dawiya serdanê de her du partiyan tekez kirin ku ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan bi aramî û aştiyê bi hev re dijîn, ji ber ku piştî derketina aloziya Sûrî û destwerdana hêzên herêmî yên dijiminî projeya neteweya demokratîk, ew hewil didin ku li ser bingeha mezhebî û neteweyî pirsgirêkan di navbera pêkhateyan de çeke, Ji ber vê yekê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ew e ya ku li ber van polîtîkayên zordar disekine.

Back to top button