ManşêtNûçe

Çalakiya konvedanê li Qamişloyê didome

Çalakî ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk de di roja xwe ya 7`an de li bajarê Qamişloyê dewam dike. Konê çalakiyê li beramberî Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan hatiye vedan.

Îro bi dehan şênî, endamên meclis û saziyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa, her wiha endamên Partiya Yekitiya Suryan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Endamê Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxa Sirûd Şimer axivî û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Şimer wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re dibêjin; em ê çalakiyên xwe li dar bixin heta ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rabe.”

Her wiha endama Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê şaxê Girkê Legê Yîldiz Cemo jî axivî û da zanîn ku heta dawiyê ew ê piştgiriya berxwedana zindanan bikin.

Endama Partiya Yekitiya Suryan Nûra Hena jî axivî û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku hemû girtiyên di zindanan de azad bikin. Nûra da zanîn ku dewleta Tirk fikirê biratiya gelan û neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwaze û got: “Lê dewleta Tirk nagihêje armanca xwe, ji ber ku gelên herêmê bûne yek beden.”

ANHA

Back to top button