ManşêtNûçe

Bêrîvan Îsmaîl: Êrîşên Tirkiyeyê li ser Eyn Îsa hewildaneke ji bo vejînkirina DAIŞ’ê ye

Li ser êrîşên ku li ser bajarokê Eyn Îsayê pêk tên ji hêla dagirkeriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, Bêrîvan Îsmaîl endama Meclisa Giştî ya Paartiya Yekîtiya Demokrat PYD li kantona Girê Spî zelal kir, ku ji mehekê ve û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê hdef digrin, bi armanca desthilatdariya xwe li ser herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriya ferz bike.

Îşaret kir ku tiştê ku Tirkiyeyê îdî dike ku cihên leşkerî bombebaran dike, ne raste, tekez kir ku bi dehan ji sivîl birîndar bûn û şehîd ketin, her wiha Tirkiyeyê hewil dide pêşbikeve ber bi riya navdewletî ya M4 û qutkirina bajarokên din ji herêman.

Bêrîvan Îsmal detnîşan kir ku Tirkiyeyê di der barê êrîşên ku pêk tîne hewil dide DAIŞ’ê ji nû ve vejîn bike, di riya koçberkirina şîniyên resen ji herêmên wan û bi cih kirina çîeteyan ji berdêla wan, û kontrolkirina malû milkên sivîlan,wekî din vegerîna belavkirina fikrê tundraw û bi karanîna wê weke çek, ev jî li pêşiya çavên hemû cîhanê.

Bêrîvan Îsamîl endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di dawiya axaftina xwe de tekez kir: Em li ser soza xwe ne heta bidetxistina serkeftinê, û derxistina Tirkiyeyê ji xakên me.

Back to top button